Zaravayên kurmancî – Dialects of Kurmanji

by Murat Baran
Di vê nivîsarê de bi zanebûn car caran zimanê devokî hatiye bikaranîn.

Kurmancî yek ji zimanên sereke yên kurdî ye ku li çar parçeyên Kurdistanê, li Anatoliya Navîn, li Xorasana Îranê, li Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycanê tê axaftin. Li gorî agahiyên di destên me de bi vî zimanî ji sedsala 16an ve berhemên edebî hatine nivîsîn. Mirov dikare ji wan helbestvanên klasîk ên herî navdar behsa Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û Melayê Bateyî bike. Piştre, di sedsala 20an de bi wêjevanên weke Mele Zahirê Tendûrekî, Cegerxwîn, Şêx Tahirê Şoşî, Seyîd ‘Eliyê Findikî û Seydayê Tîrêj ev zimanê kurdî bi devokên xwe yên cuda geş bûye û gihaye heta roja me. Destpêka kovara Hawarê ya sala 1932yan ji bo kurmancî gaveke giring e, ji ber ku bi riya vê kovarê rêziman û rastnivîsa kurmancî bi awayekî birêkûpêk derbasî serdema xwe ya nû bûye. Herçiqasî em li ser devok û zaravayên xwe rijd bin jî bi saya Hawarê riya kurmanciyeke yekgirtî/standard vebû. Hebûna zimanekî yekgirtî dikare di navbera axiverên zaravayên cuda de danûstandinê xurt bike û bi vî awayî bikaranîna kurmancî zêdetir bike. Ev yek dê parastina zimên a di nava nifşên bê de misoger bike, bi taybetî di vê dema ku duzimanî di nava kurdan de belav dibe û rewşa sosyo-polîtîk zorê dide kurmancî.

Kurmanji is one of the main Kurdish languages spoken in four parts of Kurdistan, as well as in central Anatolia, in Khorasan (Iran), in Armenia, Georgia and Azerbaijan. According to the information available, literary works have been written in this language since the 16th century. Among the most famous classic kurdish poets are Elî Herîrî, Melayê Cizirî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî and Melayê Bateyî. Later, in the 20th century, Kurmanji literature flourished with writers such as Mele Zahirê Tendûrekî, Cegerxwîn, Şêx Tahirê Şoşî, Seyîd ‘Eliyê Findikî and Seydayê Tîrêj, publishing works in dialects which are still spoken today. The launch of Hawar magazine in 1932 was an important step for Kurmanji, because through this magazine, Kurmanji grammar and orthography entered its new era. No matter how much we insist on our respective dialects being “proper Kurmanji”, thanks to Hawar, the path to a unified Kurmanji was opened. Having a unified/standard language could raise the number of speakers by enabling communication across various dialects and thereby increasing the frequency with which Kurmanji is used. This, in turn, would help in protecting the language itself over the following generations, particularly in the face of increasing multilingualism and socio-political restraints on the use of Kurmanji.

Herçiqasî hin kêmasiyên rêbaza Hawarê hebin jî û pêvajoya standardbûna kurmancî bi dawî nebûbe jî, bi saya wê hîmên sereke yên şêweyekî kurmancî bi awayekî serkeftî di nava kurmancan de belav bûne. Gelek kes vê kurmanciyê weke kurmanciya botî yan botanî bi nav dikin. Gelo ev binavkirin çiqasî rast e? Anegorî lêkolîna min a di biwarê zaravayên kurmancî de (Baran, 2023),  ez bi vê pirsê ve mijûl dibim û nerîneke alternatîf pêşkêş dikim. Herwiha, ez li gorî nexşeya zimên a min dayî çêkirin bi kurtî li ser çend mijaran gotûbêjê dikim ku têkiliyên navbera zaravayan didin xuyakirin. Ev xebat beşeke kurt a lêkolîna min e ku dê weke pirtûkê çap bibe, bi vî awayî hezkiriyên kurmancî û kesên bi sedemên zanistî bi kurmancî ve mijûl dibin dikarin sûdê jê werbigirin.

Although Hawar did have its shortcomings and the process of defining a standard Kurmanji is not completed, it laid the foundation for a variant that has successfully spread among Kurmanji speakers.  Many people call this form of Kurmanji “Botî” or “Botanî Kurmanji”. How accurate is this designation? Based on my recent linguistic investigation of Kurmanji dialects (Baran, 2023), I address this question and present an alternative view. Moreover, I discuss some interesting patterns between dialects derived from the linguistic map I created. The current article is an excerpt from my larger research study, which will be published as a book so that Kurmanji-speakers and people interested in the scientific study of Kurdish can benefit from it.

Ji sala bûrî ve min bi riya înternetê xwe gihande gelek kurmancên ji derdora 200 deverên cida yên kurmancî li wan tê axaftin. Mebesta vê xebatê ew bû ku bi awayekî birêkûpêk ji hemû beşdaran heman werger bên komkirin û analîzkirin daku çareyek ji diyalektolojiya kurmancî re bê dîtin û nexşeyeke zimannasîyî/lînguîstîk bê çêkirin. Ev xebat herwiha xizmeta replîkasyon, lêhûrbûn û berfirehkirina xebatên heman mijarê yên ji aliyê Öpengin û Haig (2014) û Matras (2017) ve pêk hatine dike. Xebata di destê me de ji aliyê têgeh û hejmara herêman ve ya herî berfireh e. Lewma niha derfeta berawirdkirina gelek devokan a bihûrgilî heye.

For the past year, I have been recruiting Kurmanji native speakers from approx. 200 different Kurmanji-speaking districts using the internet. The aim was to systematically collect and analyse a list of translations from all participants in order to provide clarification of Kurmanji dialectology and create a linguistic map. This also serves as an attempt at the replication and elaboration upon similar investigations carried out by Öpengin and Haig (2014) and Matras (2017). The present corpus has the largest sample of Kurmanji speakers and covered the most geographical area thus far. Therefore, we now have the opportunity to compare and contrast the many dialects in more detail and with higher geographic specificity.

Di dorê de dixwazim li ser naveroka vê xebatê çend agahiyan bidim: Pêşî, lîsteyeke ji 110 têgehan (hevok û peyv) hate amadekirin ku anegorî encamên wan yek bikaribe devokan ji aliyê rêziman, fonolojî û peyvnasiyê ve analîz bike. Ji bo beşdarên bi riya înternetê hatine peydekirin agahiyeke kurt a derbarê xebatê de hate dayîn. Bi qasî mimkin bû ji bo tesîr li kurmanciya beşdaran neyê kirin têgeh bi zimanên almanî, îngilîzî, tirkî û farsî ji wan re hatin şandin. Herwiha ji wan re hate gotin ku di vê xebatê de ez ne li wergerên rast û çewt digerim, lê dixwazim bizanibim hun filan tiştî çawa dibêjin. Beşdar ji 18 salî heta 70yî bûn û li gorî nifşa ciwan (18-35) û ‘emrmezintir (36-70) du kom hatine avakirin. Bi vê yekê hate xwestin ku ferqa kurmanciya her du nifşan bê dîtin. Sedema bijartina van koman a herî giring hatina televîzyon û teknolojiyên cida yên nava malan û çûna dibistanan a bi zimanekî biyanî ye. Bi qasî ku mimkin bû agahiyên herdu nifşan hatin berawirdkirin.

Next, I would like to provide some information about the composition of the corpus: First, a list of 110 items (sentences and words) was prepared so that as a result of their translation, the dialects could be analysed for morphosyntactic, phonological and lexical features. Participants were recruited through social media platforms and given a brief background about the study. Whenever possible, the list of items was sent in English, German, Persian or Turkish rather than in standard Kurmanji in order to avoid influencing the authentic translations made by participants. They were also told that the emphasis was not on (in)correct translations but on their authentic manner of speaking. Participants were between 18 and 70 years old, which were split into a younger (18-35) and older generation (36-70) groups. Differentiating between these generations is important due to the influence of digital media and being schooled in a foreign language. It was attempted to obtain translations from both generational groups for each district.

Di vê xebatê de dever û eşîrên beşdaran hatine qeydkirin ku mirov bikaribe hem di navbera deveran de hem jî di navber an jî hundirê eşîran de analîzan bike. Weke nimûne; mirov dikare bibêje îzoliyên Siwêrega Rihayê û yên Kolika Semsûrê yan jî redkiyên Mûşê û yên Qersê xwediyên hin taybetiyên cihê ne. Ev jî dide xuyakirin ku hin eşîran li deverinan xwe entegre kiriye yan jî serdestî ji kurmanciya eşîrên dî standiye.

The districts and tribes of origin were registered so that dialects could be analysed both between and within these. For example, one can say that the speakers of the Îzolî tribe in Siverek (Şanlıurfa) and in Kahta (Adıyaman), or the speakers of the Redkî tribe in Muş and in Kars, show some differences in their respective regiolects. Some tribes have adjusted and integrated their dialects, whereas others dominated the Kurmanji of other tribes.

Eger em vegerin ser pirsa xwe ya botî yan jî botanî: Mirov dikare bi çend nimûneyên ji deverên Silopî û Dihê yên Botanê vê pirsê bibersivîne:

Returning to the question of whether naming the standard Kurmanji Botî or Botanî is accurate: We can answer this with some examples from the Silopi and Eruh (Dihê) districts of the Botan region:

  • Ew mân. (Dihê) –> Ew li malê bûn. (standard) They were at home.
  • Wa cilkâ hemîşkâ veyde! (Dihê) –> Wan cilan hemûyan bide hev! (standard) Sort out all the clothes!
  • Em qebül nâkî. (Silopî) –> Em qebûl nakin. (standard) We don’t accept.
    Ji bo bilêvkirinê li jêr li alfabeyê binêre. See the alphabet below for the pronounciation.

Ev mînak cidahiyên mezin ên di navbera kurmanciya yekgirtî (standard) û kurmanciya botî de didine nîşan. Ji aliyê din ve hêjayî gotinê ye ku herêma Botanê jî ne homojen e û devoka hin deverên Cizîrê bêhtir dişibe kurmanciya yekgirtî. Malbata Celadet Bedirxan jî ji devera Cizîrê ye, lê ew li wir mezin nebûye. Herçiqasî wî ji aliyê peyvan û qaîdenan ve ji devoka xwe sûd wergirtibe jî ev xebat piştgiriya wê ramanê nake ku dibêje zaravayê botî û kurmanciya yekgirtî yek in.

These examples demonstrate significant differences between standard Kurmanji and Botî Kurmanji. Yet, it is important to mention here that the Botan region is not homogeneous and the variant of some areas in Cizîr is closer to the standard Kurmanji. Celadet Bedirxan’s (founder of Hawar magazine) family is also from the Cizre area, but he did not grow up there. Even though he has benefitted from his regiolect in terms of words and rules, this research doesn’t support the idea that the standard Kurmanji is largely the same as Botî.

Dibe ku hinek bibêjin ne botî be çi ye? Bi kurt û kurmancî mirov dikare bibêje kurmanciya yekgirtî ya roja me sentezeke çend zaravayan e. Di vê sentezê de herî kêm taybetiyên hin şaxên kurmanciya berferatî peyde dibin.

Some may say: What is standard Kurmanji if it’s not Botî? In short, today’s standard Kurmanji is a synthesis of several dialects. In this synthesis, some branches of the Berferatî dialect show the least presence.

Weke bingeha nexşeya zimannasîyî, min bi agahiyên komkirî zimanê  kurmancî dabeşî zarava û devokan kir. Min devok û zarava li gorî navên herêm û eşîran bi nav kirin ku di kurdolojiyê de ev çanda gelê me bê dîtin. Taybetiyên fonolojîk, rêzimanî û peyvsaziyê di dabeşkirinê de hatine bikaranîn. Ji ber têkilbûna devokan û tixûbên nezelal dabeşkirin mijara herî dijwar bû. Li gorî vê teqsîmkirinê pênc komên sereke (Berferatî-Xorasanî, Serhedî-Xerzî, Torî-Deştî, Botî-Goyî, Hekarî-Behdînî) derketin holê ku her kom ji du çeqan pêk tê. Ji ber ku ji taybetiyên mîna fonolojîk, rêzimanî û peyvnasiyê herî kêm du li hev dihatin, min li şûna çêkirina komên nû biryara binekoman da. Herwiha di nav van koman de devokin hene (bilîsî, çolî, laçînî hwd.) ku mirov nikare rasterast tev li şaxekê bike. Ji bo fêhmkirina vê kêşeyê em dikarin çend mînakan ji devoka çolî ya di nava koma torî-deştî de bidin ku li çend gundên Nisêbîn û Midyadê tê axaftin.

As a basis for the linguistic map, I classified the Kurmanji language into dialects based on the collected data. I named the dialects after respective regions or tribes in order to reflect our culture in the terminology on Kurdish linguistics. Features of phonology, morphosyntax and lexic guided the classification process. Due to the intermixing of dialects and therefore lack of clear boundaries, this was a challenging part of the process. According to the classification, five main groups (Berferatî-Xorasanî, Serhedî-Xerzî, Torî-Deştî, Botî-Goyî, Hekarî-Behdînî) emerged, each consisting of two subgroups. I chose to create a subgroup rather than a new main group when similarities outweighed differences in at least two of the three feature categories phonology, morphosyntax and lexic. Also, under the main groups there are variants (Bilîsî, Çolî, Laçînî, etc.) that I could not clearly attribute to any subgroup. In order to understand this issue, I demonstrate some examples of the Çolî variant in the Torî-Deştî group, which is spoken in several villages of Nusaybin and Midyat.

  • Az î bâş im. (çolî) –> Ez baş im. (standard) I am fine.
    Weke ya torî ye, lê ji aliyê fonolojiyê ve hinekî cida ye.
    This is similar to Torî dialect but has a phonological difference.
  • Az nârim mâlê. (çolî) –> Ez naçim malê. (standard) I am not going home.
    Ev weke ya deştî ye, lê ji aliyê fonolojiyê ve hinekî cida ye.
    This is similar to Deştî dialect but has a phonological difference.
  • Mabêja! (çolî) –> Nebêje! (standard) Don’t say!
    Ne torî ne jî deştî. Neither Torî nor Deştî.
  • Az î rim. (çolî) –> Ez diçim. (standard)  I am going.
    Di vê devokê de di– ya dema niha peyde nabe.
    This variant has no preverb di- for the present tense.

Bi saya van nimûneyan mirov dikare bibîne ku di vê devokê de hem taybetiyên torî, hem yên deştî hem jî yên serbixwe hene.

These examples demonstrate that the Çolî variant has both mutual (torî-deştî) and independent features.  

Li gorî tevahiya agahiyên xebatê yek dikare bibîne ku ji aliyê coẋrafiyê ve koma botî-goyî ya biçûktirtir û koma berferatî-xorasanî jî koma tewrî gir e. Koma dawiyê xwediyê çend binekoman e. Mijareke din a giring ew e ku bi riya devokan mirov dikare têkiliya eşîran û pêvajoya koçkirin û koçberbûna wan analîz bike. Em dikanin bi çend nimûneyan têkiliya kurmanciya Quleka Qonyeyê, Xarpêt û Qûçana Xorasanê bidin nimandin.

According to the research data overall, one can see that geographically, the Botî-Goyî group is the smallest and the Berferatî-Xorasanî group the largest. The latter two subgroups includes several further branches of dialect variations.  An interesting aspect is also that dialects allow an analysis of the relationship between tribes and the process of their migration. With a few examples, we can demonstrate the link between the Kurmanji spoken in Kulu (Qulek), Elazığ (Xarpêt) and Quchan (Qûçan).

  • Ez nikarim herim. (standard) I can’t go.
  • Az bi şi nâkim harim. (Xelikî, Qonye)
  • Ez bi şe nakim herim. (Şekakî/Şewaxî, Xarpêt)
  • Ez bi şe nakem herim. (Başkanî, Qûçan)

Lêkera bi şe kirin ku ji forma arkaîk şiyanê (wate: karîn) ye tenê di nav devokên berferatî û xorasanî de peyde dibe. Helbet ev ne îstisnayek e, lê girêdayî koçberkirina kurdan a serdema Osmanî-Sefewiyan e. Yan jî peyva guçik bi wateya guh dîsa tenê di nav kurmancên Berferêt û Xorasanê de peyde dibe.

The verb bi şe kirin, derived from the archaic form şiyan (ENG: be able to/can), is found only in Berferatî and Xorasanî dialects. This is likely to be not a coincidence but due to the forced displacement of these tribes in the Ottoman-Safavid period. Similarly, the word guçik (ENG: ear) is only found in Berferatî and Xorasanî Kurmanji.

Nimûneyeke din a girêdayî koçberbûnê jî li ser kurmanciya êzidiyên herêma Xaltan (Mêrdîn, Wêranşar, Amûdê) dikare bê dayîn. Peyva çek bi wateya kinc an cil di nav êzidiyên Xaltan de, herwiha di devoka kurdên misilman ên Erdêxan, Qers û Erziromê de peyde dibe. Gava min ji wan pirsî, ji min re hate gotin ku hin kesên ji secera wan berê kurdên êzidî bûn piştre bûne misilman û bi eslê xwe ji herêma Xaltan bûn. Dînê xwe guhertibin jî, hin taybetiyên zimên ên tenê di nava hin kurdên êzidî de tên bikaranîn, ji bîr nekirine. Helbet mirov dikare van mînakan zêde bike.

Another example related to migration can be provided on the Kurdish language of the Yazidis in the Xaltan region (Mardin, Viranşehir, Amûde). The word çek (ENG: clothes) exists among the Yazidis in Xaltan, as well as in the dialect of the Muslim Kurds in Ardahan (Erdêxan), Kars (Qers) and Erzurum (Erzirom). When asking the participants from these regions, they reported that some of their ancestors were Yazidi Kurds before converting to Islam and were originally from the Xaltan region. Although they have changed their religion, they have not forgotten some original characteristics of the language, which are used only among some Yazidi Kurds. There are numerous examples like these.

Bi riya vê xebatê hate dîtin ku lêkerên pevdanî ne tenê di kurmanciya torî de, lê li başûrê Wanê (Miks, Elbak, Payîzava) û bakurê Hekariyê, li Salmas û hin deverên Urmiyê, li Berwaryan a Sêrtê, li Qilabana Şirnexê, li Aştiya Qamişloyê û Tirbespiyê jî ji hev nayên veqetandin.

This research shows that the nonseparation of seperable compound verbs is not only common in the Torî dialect of Mardin, but also in the south of Van (Bahçesaray, Başkale, Gürpınar) and the north of Hakkari (Hekarî), in Salmas and some parts of Urmia (Urmiye), in Pervari (Siirt), in Uludere (Şırnak), in the Aştî district of Qamishlo and Tirbespi.

  • Ez avê vedixwim. (standard) I drink water.
  • Ez avê divexwim. (Tor)
  • Ez awê diwexum. (Salmas)
  • Ez avê divexum. (Miks, Wan)
  • Ez avê divexwem. (Berwaryan, Sêrt)
  • A âvê divaxum. (Qilaban, Şirnex)

Çend taybetiyên rêzimanê: Some grammatical features:

Ji xêncî devokên serhedî-xerzî di piraniya devokên kurmancî de dema niha ya berdest/berdewam peyde dibe. Di vê demê de mirov bi giştî dizane ka kirde jin an mêr (f: mê, m: nêr, n: nêtar) e.

Except for Serhedî-Xerzî dialects, the present continuous tense exists in most Kurmanji dialects. In this tense, the gender (feminine, masculine, neutral) of the subject is usually conveyed.

  • Ez diçime malê. (standard) I am going home.
  • Az ê/î tarim mâlê. (Meletî) I (f/m) am going home.
  • Ez a/ê/î diçime malê. (Tor, Mêrdîn) I (f/m/n) am going home.
  • Ez î diçime malê. (Şingal) I (n) am going home.
  • Az ê diçim mâl. (Qilaban) I am going home.
  • Ez ya/ diçime mal. (Dihok) I (f/m) am going home.
  • Ez nên dixume. (Sirûc, Riha) I (n) am eating.

Hêjayî gotinê ye ku bi riya vê xebatê devokên kurmancî yên kêm dihatine nasîn dikarin werin fêhmkirin. Yek ji wan goyîkî ye. Ev şêweyê kurmancî bi giştî li Qilabana Şirnexê tê axaftin. Taybetiyeke herî balkêş a di goyîkî de bikaranîna lêkera kirinê ya bi wateya karînê/şiyanê ye.

The current study also allows for better comprehension of lesser known Kurmanji variants like Goyî, which is generally spoken in Uludere (Qilaban, Goyan) within the region of Şirnak. One of the most interesting features of Goyî is the use of the verb to do (kirin), implying being able to.

Nimûne/Example:

Ez nikarim biçim/herim. (standard) I can’t go. –> A neçôkim. (goyîkî)

Li vir koka lêkerê ya dema bihûrî (çôn = çûn) û piştre koka lêkera kirinê ya dema niha (-k-) lê tê zêdekirin.

Here the verb stem of the past tense of the verb to go (çôn) and the verb stem of the present tense verb to do (kirin) are added together.

Li Mirgewer, Şemzîna û Akrê tesîra soranî li ser kurmancî tê dîtin. Yek ji taybetiyên herî berbiçav ew e ku lêkerên bi pêşgira ve– guherîne û bûne xwedî paşgira –ewe:

In Mirgewer (Margavar), Şemzîna (Şemdinli) and Akrê, the influence of Sorani on Kurmanji can be observed. One of the notable aspects here is that the verb prefix ve– has transformed into a suffix –ewe:

Nimûne/Example: vekirin (standard) to open –> kirinewe

Ez dêrî vedikim. (standard) I open the door. –> Ez dê deri kemewe. (Mirgewerî)

Bi riya vê xebatê tê dîtin ku pirjimariya rewşa nîşandanê û paşgira –e ya diyarkirinê di kurmancî de hê berbelav e.

Moreover, this work shows that the plural of the demonstrative case and the suffix –e of definiteness are still prevalent in a large region.

  • We ew zelam/mêr dîtine. (standard) You (plural) have seen those men.
  • Hewe ew zelamene dîtine. (Nordiz, Payîzava, Wan)
  • We ew mêrikene dîtine. (Balekan, Salmas)
  • We ew mêrikana dîtine. (Panos, Agirî)
  • We ew meriyana dîne. (Çêrmûg, Diyarbekir)
  • We ew peyayana dîne. (Hewag, Riha)
  • We hew mêrikne dîne. (Cindirês, Efrîn)
  • Wa wan mêrkina dîna. (Elbistan, Meraş)
  • Un awe mêrikane dîne. (Kemah, Erzingan)
  • We ew mêrna dîne. (Konir, Qirşehir)

Ergatîvî herî zêde di devokên xerzî, deştî û xorasanî de winda bûye. Di ferhenga Yusif Diyadîn Paşa de diyar dibe ku li herêma Bilîsê guhertina ergatîvê herî kêm berî 130 salî pêk hatiye. Loma çi ciwan çi ‘emrmezin ji dêla rewşa ergatîv oblîka dubare bi kar tênin. Herwiha, xebata dabeşkirinê da xuyakirin ku di nav nifşên ciwan ên herêmên din de jî ergatîv diguhere.

The ergative pattern has mostly disappeared in Xerzî, Deştî and Xorasanî dialects. In the Bitlis region, the change of ergativity was already apparent at least 130 years ago, as reflected by the dictionary of Yusuf Diyadin Pasha. This is why among both the young and elderly generations the ergative case has changed to a double oblique. Overall, however, the classification process demonstrated that ergativity is changing among the young generations of other regions.

  • Te ez dîtim. (standard) You saw me.
  • Te min dît. (Gurdilan, Sêrt, Xerzan)
  • Te min dît. (Tetwan, Bilîs)
  • Te min dî. (nifşa ciwan/young generation, Şîrvan, Xorasana Bakur)
  • Te min dît. (nifşa ciwan/young generation, Îdir)
  • Te min dît. (nifşa ciwan/young generation, Qoser, Mêrdîn)
  • Te ez dîm. (nifşa ‘emrmezin/elderly generation, Şîrvan, Xorasana Bakur)
  • Te ez dîtim. (nifşa ‘emrmezin/elderly generation, Îdir)
  • Te ez dîm. (nifşa ‘emrmezin/elderly generation, Qoser, Mêrdîn)  

Weke dûmahîk ev dabeşkirina zaravayan ne tenê kifşkirina coẋrafî çareser dike, lê pê re îmkanên balkêş ên dîtina têkiliyên sosyolînguîstîk ên weke tesîra koçberbûna eşîran û herwiha fêhmkirina têkiliyên di navbera wan de jî derdixe holê. 

In conclusion, this classification of Kurmanji dialects clarified not only geographics, but also offers exciting possibilities to uncover historic sociolinguistic aspects like the impact of displacement and migration of tribes, as well as their interconnections.

Alfabeya devokên kurmancî / Alphabet of Kurmanji dialects

Li gorî vê xebatê diyar bû ku herî kêm 45 deng di kurmancî de peyde dibin ku çendek ji wan alofon in. Di alfabeya kurmancî ya yekgirtî de niha 31 herf hene. Loma ji bo fêhmkirin û ji hev derxistina dengan pêşniyazên herfên nû li jêr in. Ev nayê wê wateyê ku divê mirov wan tev li alfabeya yekgirtî bike, lê di xebatên devokan de dikarin bên bikaranîn.

According to the gathered data, there were at least 45 sounds in Kurmanji, some of which are allophones. There are currently 31 letters in the standard Kurdish alphabet. In order to understand and distinguish the other sounds, suggestions for the new letters are given below. This is not to imply that they should be included in the standard alphabet, but they could be used in written work in dialect.

Alfabeya kurmancî ya yekgirtî / Standard Kurdish alphabet :
a, b, c, ç, d, e, ê, f, g, h, i, î, j, k, l, m, n, o, p, q, r, s, ş, t, u, û, v, x, w, y, z
Dengên din ên di devokan de peyde dibin / Other sounds that exist in dialects :
â, , , , , ł, ô, , ř, , , ü, ,

a /a/ (mal:house), â /ɒ/ yan /ɔ/ (mâl: house), b /b/ (bask: wing), /bˁ/ (ḃezîn: run), c /dʒ/ (cîran: neighbour),  /ʧ/ (ḉem: river), çh/ (çend: how many), d /d/ (dest: hand), e /æ/ yan /ɛ/ (dev: mouth), ê /e/ (êvar: evening), f /f/ (firavîn: lunch), g /g/ (germ: warm), h /h/ (hesp: horse), /ħ/ (ḣeft: seven), i /ɨ/ (dil: heart), î /i/ (îsot: pepper), j /ʒ/ (jiyan: life), k /kh/ (ker: donkey), /k/ (k̇al: old), l /l/ (lal: deaf), ł /ɫ/ (ṡełik: basket), m /m/ (masî: fish), n /n/ (nan: bread), o /o/ (gor: grave), ô /ø/ (gôr: grave), p /ph/ (pirs: question), /pˁ/ (ṗenîr: cheese), q /q/ (qaz: goose), r /ɾ/ (sar: cold), ř /r/ (fiřîn: fly),  s /s/ (sêv: apple), /sˤ/ (ṡed: hundred),  ş /ʃ/ (şev: night), t /th/ (tilî: finger), /tˁ/ (ṫav: sunshine), u /ʊ/ (gur: wolf), û /u/ (dûr: far), ü /y/ (dür: far), v /v/ (vala: empty), x /x/ (xav: raw), /ɣ/ (ẋerîb: foreign) w /w/ (welat: country), y /j/ (yek: one), z /z/ (ziman: tongue), /ʕ/ (‘ereb: Arab)

Çavkanî/References

Adak, Abdurrahman (2020). Gulzara Şêx Tahirê Şoşî: Mesnewîyeke Xweser a Edebîyata Kurdî ya Klasîk û Taybetîyên wê yên Avahîya Derekî. Şarkiyat12(4), 1506-1534.
Baran, Murat. (2023). Kurmanji Dialectology – Diyalektolojiya Kurmancî. [Unpublished manuscript].
Bîngol, Abdulkadir. (2010). Seyîd ‘Eliyê Findikî. http://nefel.com/articles/article_print.asp?ArticleNr=4978

Campbell, Michael. Glossika Phonics: https://www.youtube.com/@GlossikaPhonics 
Dost, Jan. (2018). Ferhenga Hemîdî – Yusif Diyadîn Paşa. By Yûsuf Ziyâ El-Hâlidî. Dara.
Matras, Yaron. (2016). The Dialects of Kurdish. Web resource, University of Manchester. http://kurdish.humanities.manchester.ac.uk/
Muhammed, Hussein. (2020). Devoknasî. https://zimannas.wordpress.com/category/diyalektoloji/

Öpengin, Ergin & Geoffrey, Haig. (2014) “Regional variation in Kurmanji: A preliminary classification of dialects.” Kurdish Studies 2.2 (2014): 143-176.
Vol, H. 1. Hawar. Reprint of the journal, published in 1998 by Nûdem, Stockholm. Vol. 1 contains the numbers 1–23 (1932–1933). https://archive.org/details/KovaraHawar/HAWAR%20CILT%201/page/n1/mode/2up

1 Comment

  • Guldan Posted 3. February 2023 11:32

    Divê ew tîpên cûda jî were zanîn û bikaranîn. Lewra her tîpek peyvek cûda derdixe holê.

Add Comment

Leave a Reply to Guldan Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *