Tip: aangezien de droge kruidnagels geen puntige uiteinden hebben, kan het helpen om vooraf een gaatje te maken met een tandenstoker of een andere houten spies. Dit werk is ook niet voor de gevoelige vingertoppen! Probeer uw vingers (toppen) te beschermen met rubberen handschoenen of plakband.
Mocht je zelf een liefdesappel maken, stuur ons dan heel graag een foto via Facebook of Instagram.
Koerdische versie:
Di nav kurdan de kevneşopiyek heye, ku bi giştî mêr sêvekê weke xelatê dide jinê. Ew sêv bi mêxikan (ango qerenfîlan) tê xemilandin. Loma jê re sêva mêxikrêj dibêjin. Li hinek herêmên Kurdistanê ev sêv herwiha bi wateya aştî, hevaltî û sozdanê tê dan. Bi mêxikan mirov dikare şeklên dil û herfan çêbike, ku bi vî awayî dikare sêveke şexsî derkeve holê. Ev diyarî hinekî bi zehmet e, lê hêjayî çêkirinê ye; ji ber ku ew dibe xelateke ji bo demeke dirêj. Sêva mêxikrêj bêhtirî salekê xera nabe. Hûn dikarin weke xemlekê li malê bi kar bînin û bêhna wê jî pir xweş e.
Pêşniyaz: Bi giştî serikê mêxikan ne tûj in, loma berî têrekirina mêxikan mirov dikare bi darikê diranan an jî tiştekî din ê tûj di sêvê de qulan çêbike. Dîsa jî divê mirov bibêje ku ev kar ji bo tiliyan bi zehmet e. Loma heke hûn tiliyên xwe bi lepikên lastîkî yan jî bandê biparêzin, baştir e.
Add Comment