Tip: Since the dry cloves do not have pointed ends, it can help to make a hole with a toothpick or other wooden skewer beforehand. This work is not for delicate fingertips! Try to protect the finger(tips) with rubber gloves or some tape.
If you make a Love Apple yourself, please send us a photo via Facebook or Instagram!

Kurdish version:
Di nav kurdan de kevneşopiyek heye, ku bi giştî mêr sêvekê weke xelatê dide jinê. Ew sêv bi mêxikan (ango qerenfîlan) tê xemilandin. Loma jê re sêva mêxikrêj dibêjin. Li hinek herêmên Kurdistanê ew sêv herwiha bi wateya aştî, hevaltî û sozdanê tê dan. Bi mêxikan mirov dikare şeklên dil û herfan çêbike ku bi vî awayî dikare sêveke şexsî derkeve holê. Ev diyarî hinekî bi zehmet e, lê hêjayî çêkirinê ye: ji ber ku ew dibe xelateke ji bo demeke dirêj. Sêva mêxikrêj bêhtirî salekê xera nabe. Hûn dikarin weke xemlekê li malê bi kar bînin û bêhna wê jî pir xweş e.
Pêşniyaz: Bi giştî serikê mêxikan ne tûj in, loma berî têrekirina mêxikan mirov dikare bi darikê diranan an jî tiştekî din ê tûj di sêvê de qulan çêbike. Dîsa jî divê mirov bibêje ku ev kar ji bo tiliyan bi zehmet e. Loma heke hûn tiliyên xwe bi lepikên lastîkî yan jî bantê biparêzin, baştir e.
Add Comment