Kurdish Coffee – Qehweya kurdî

Coffee has a special significance in Kurdish culture. In many Kurdish literary classics, poets such as Melayê Cizîrî (16th & 17th century) and Ehmedê Xanî (17th century) mentioned the coffee culture of the Kurds. In addition, Mehmûdê Bazîdî (18th century) describes in his work Traditions and Customs of the Kurds some peculiarities concerning coffee within Kurdish culture. It is possible that the Sorani Kurdish expression Noşî giyanit bêt! (May it be the drink of your life!), nowadays used as Enjoy your Meal!, comes from the Kurdish divan culture. This refers to the traditional meeting rooms where mainly men met to talk and drink coffee. The verb noşîn (to drink) is a synonym for vexwarin (to drink).

Qehwe di çanda kurdî de xwediyê cihekî girîng e. Dema mirov li klasîkên kurdî dinêre, dibîne ku helbestvanên weke Melayê Cizîrî (sedsala 16 û 17an) û Ehmedê Xanî (sedsala 17an) di berhemên xwe de behsa qehweyê dikin. Herwiha Mehmûdê Bazîdî (sedsala 18an) di pirtûka xwe ya li ser kevneşopiyên kurdan de agahiyên zêdetir li ser girîngiya qehweyê ya di nav kurdan de dide xuyakirin. Bi îhtimaleke mezin gotina bi kurdiya soranî Noşî giyanit bêt! (Noşa canê te be!) ji çanda dîwanê tê ku di kurdî ya îroyîn de ji bo Efiyet be! tê bikaranîn. Lê di koka xwe de ji bo vexwartinê dihate gotin. Dîwan cihekî kevneşopî yê civîna mirovan (bi giştî mêr) bû ku wan li wir di dema şêwir û gotûbêjê de qehwe dinoşî. Lêkera noşînê hevwateya lêkera vexwarinê ye.

Dîwan in Diyarbekir / Dîwanek li Amedê

In recent years, Kurdish coffee made from turpentine pistachios has become very popular. Unfortunately, it is not known how old the tradition of this coffee is. However, the turpentine tree is known as a symbol of the mountains of Kurdistan. Kurdish coffee (turpentine pistachio) is often confused with chicory coffee due to misinformation on the internet. Chicory coffee most likely originates from French culture. Because of the advertising poster of a French company, it is claimed that chicory coffee is the same as Kurdish coffee.

Di salên dawiyê de li bakurê Kurdistanê qehweya kizwanan ku niha weke qehweya kurdî jî tê naskirin gelekî navdar bûye. Mixabin kevneşopiya vexwartina vê qehweyê digihe kîjan heyamê ne diyar e. Lê tiştekî tê zanîn heye ku dara kizwanê nîşaneke berbiçav a çiyayên Kurdistanê ye. Mixabin ev qehwe ji ber agahiyên şaş ên li ser înternetê bi cureyeke dî ya qehweyê, ya bi navê qehweya çeqçeqan, tê tevlîhevkirin. Qehweya çeqçeqan ku bi şaşî weke qehweya kurdî tê dîtin, bi îhtimaleke xurt ji çanda fransî tê. Ji ber wêneyê şîrketeke fransî hinek kes bawer dikin ku ew qehweya kizwanan e.

Chicory coffee-substitute / Qehweya çeqçeqan


Chicory is a caffeine-free herb, which makes it a popular coffee substitute. This coffee substitute is prepared from chicory roots. In the 19th and 20th century, French companies had this plant cultivated mainly in Kurdistan. As a result, this coffee substitute was called Chicorée au Kurde (Kurdish chicory) (from the Latin Cichorium intybus). The French also spread this coffee substitute to other regions where they ruled. In New Orleans, for example, a coffee drink made from coffee beans and chicory is still prepared today.

Çeqçeq giyayekî bêkafeîn e, loma cîgireke navdar a qehweya Yemenê ye. Ev cureyê qehweyê ji qurmên çeqçeqan tê çêkirin. Şîrketeke fransî di sedsalên 19 û 20an de li herêma Kurdistanê berhemanîna vê riwekê dikir. Loma cureyê li Kurdistanê weke Chicorée au Kurde ango çeqçeqa kurdan dihate binavkirin (bi latînî weke Cichorium intybus tê naskirin). Fransiyan vexwartina qehweya ji çeqçeqan li herêmên di bin serweriya xwe de jî berbelav kiriye. Mînak; li New Orleansê qehwe bi dendikên qehweya Yemenê û giyayê çeqçeqan tê çêkirin.

Chicory-flower / Kulîlkên çeqçeqan

Kurdish CoffeeQehweya kizwanan

Kurdish coffee has a special significance in Kurdish cities such as Adiyaman, Antep, Diyarbekir, Batman and Mardin. If you go to these cities, you will get this type of coffee more often. Kurdish coffee is made from the fruits of the turpentine pistachio trees. The small round fruits turn green when they are ripe. The fruits are picked from the trees in the mountains of Kurdistan and then dried. The turpentine pistachios are roasted and ground, similar to coffee beans. Interestingly, the pistachios smell similar to coffee beans after roasting. Kurdish coffee is usually made with milk, but it can also be made with water. This coffee is caffein-free. There is no particular time of day to drink this coffee. If you have guests, it is usually offered before or after the meal. It is also important to mention that the Kurds consume pistachios like nuts and even make soap from them.

Qehweya kizwanan an qehweya kurdî di çanda bajarên kurdî yên weke Semsûr, Dîlok, Amed, Betman û Mêrdînê de xwediyê cihekî girîng e. Dema mirov here van bajaran dikare li gelek li cihan wê peyde bike. Ev qehwe ji mêweyên darên kizwanan tê çêkirin. Ew mêwe hûrik û girover in. Gava ku digihin rengê wan kesk dibe. Ew ji darên li çiyayên Kurdistanê tên komkirin û hişkkirin. Kizwan weke dendikên qehweya Yemenê tên qelandin û hêrandin. Piştî qelandinê bi awayekî balkêş bêhna wan dişibe dendikên qehweya Yemenê. Qehweya kurdî zêdetir bi şîr tê çêkirin, lê mirov dikare bi avê jî çêbike. Ev qehwe bêkafeîn e. Demeke diyar a vexwartina vê qehweyê nîne. Dema mêvan tên berî yan jî piştî xwarinê tê îkramkirin. Herwiha hêjayî gotinê ye ku kizwan ji aliyê kurdan ve weke çerezan tên xwarin û sabûna wan jî tê çêkirin.

Kurdish coffee in Diyarbekir / Qehweya kurdî li Amedê

Bitter coffee Qehweya tehl

Bitter coffee is made from coffee beans. The beans are roasted twice to intensify the flavour. This coffee is well-known in Kurdish cities such as Antep, Mardin, Urfa and Qamishli. Interesting drinking habits exist around this coffee. It is said that this coffee is served at wedding and funeral ceremonies. The taste of the coffee is similar to espresso, but it is made quite differently. It is drunk without sugar but sometimes a little cardamom is added for flavour. It is served in small cups. After you finish your drink, you don’t put the cup on the table or on the floor. You have to give it back to the person who served it. As long as you have the cup in your hand, more rounds of coffee are poured. If one does not want to continue drinking, the cup must be placed upside down on the coffee provider’s tray.

Qehweya tehl ji dendikên qehweya Yemenê tê çêkirin. Ev dendik du caran tên qelandin ku çêja wan xurttir bibe. Ev qehwe li bajarên kurdan ên mîna Mêrdîn, Dîlok, Qamişlo û Rihayê tê nasîn. Hinek kevneşopiyên vê qehweya balkêş hene. Tê gotin ku ev qehwe di sersaxî û şahiyên dawetan de dihate îkramkirin. Ev qehwe ji aliyê tama xwe ve dişibe Espressoyê, lê çêkirina wê gelekî cuda ye. Bê şekir tê vexwarin û ji bo çêjê carinan hinekî kajîle tevlî qehweyê tê kirin. Di fîncanên biçûk de tê îkramkirin. Piştî ku mirov ew vexwart fîncanê nadêne erdê yan ser maseyê û divê wê fîncanê bide kesê/a ku qehweyê belav dike. Heta ku fîncan di destê yekî/ê de be, zêdetir qehwe tê îkramkirin. Heke mirov nexwaze bêhtir vexwe, divê fîncanê sergirtî bike tepsiya qehweger de.

Coffee beans / Dendikên qehweya Yemenê

References / Çavkanî

Pictures 1, 3 and 5: Wikipedia – Picture 4: Pixabay

Elle, Chicory Coffee: Diese gesunde Kaffee-Alternative macht schlank!

Kurdistan24, İbrahim Halil Baran – Çay, Kahve, Kürtler

Orleanscoffee, What is Chicory?

Rûpela nû, Amed Çeko Jiyan – Etîketa qehweyeke ji dawîya salên 1700’î mayî: Chicorée au Kurde

Saradistribution, Chicorée au Kurde

Add Comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *